1. dibistana ku îro li taxa rezan a amedê dest bi perwerdehiyê kir. lê mixabin di heman rojê de jî hat mor kirin. |
|
15.09.2014 20:53 |
brusk56
|
2. dibistana ku haya gelek kesan jê tune ye lê hê vekiriye. erê dewletê 4-5 caran girt lê paşê bawerke ew jî betilîn. aniha bi 105 şagirdên xwe yên ku diçin pola 1ê, karê xwe didomînin. |
|
06.11.2014 00:56 |
brusk56
|
3. ya ku lî vir dîmenek ji wê dibistanê hatiye parve kirin ; |
|
06.11.2014 14:36 |
brusk56
|
4. înşallah berdewama dibistanê wê çêbibe. ji bo ku piştî dibistana seretayî heya zanîngehê ew bikaribin perwerdehiyên xwe bi zimanê zikmakî bibînin. |
|
06.11.2014 19:27 |
kurê xelkê
|
5. dibistana ku îro cara yekemîn karneyên 110 heb xwendevanên xwe daye ye. |
|
23.01.2015 16:23 |
nazim tolhildan
|
6. ya ku zarokên wê li ser ekranên zarok tvyê tên dîtin. hevpeyvînên zarok tvyê yên bi zarokan re, bi xwendekarên vê dibistanê re tên kirin. ez bawer im lîstikvanên vê televîzyonê jî hemû ji vê dibistanê ne. |
|
22.10.2015 19:07 |
simurg56
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |